Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Emerîka li Iraqê kir
Li hevdîtinê de rewşa îro ya Iraq û pêwendiyên di navbera Emerîka û Iraqê li aliyek û Emerîka û Herêma Kurdistanê li aliyekî din û çawayiya pêşxistina wan pêwendiyan hate nirxandin.
Serok Barzanî ji bilî pîrozbahî kirinê li wê erka wî ya nû ya ku pê hatiye spardin hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Emerîka xwest û amadehiya Herêma Kurdistanê jî li alîkarî kirin û serxistina erkê wî de nîşanda.
Serok Barzanî li ser daxwaza Balyozê Emerîka li Iraq encama serdana her du şanda siyasî û şanda Hukmiya Herêma Kurdistanê ya Bexdayê xisterû û hêvî xwest ku şanda siyasî bikarê berdewamiyê bi kombûnên xwe bide û li gel partî û aliyên siyasiya Iraqê ji bo gihîştina çareseriyeke bingehîna wan tengasiyên siyasiyên ku tuşî Iraqê bûne.
Her wiha nirxandina rewşa îro ya Kerkûk û çawayiya muamelekirina li gel wê rewşê mijareke dinê hevdîtinê bû û li vî warî de Balyozê Emerîka ragihand ku her biryarek di derbarê Kerkûkê pêwîste bi agahdarî û rizamendiya her du aliyan de bê û Balyozxaneya Emerîka jî amadeye ji bo pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst.
