• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Emerîka li Iraqê kir

Gulan Media October 29, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Emerîka li Iraqê kir
Îro yekşem birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Stephen Beecroft Balyozê Emerîka li Iraq û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa îro ya Iraq û pêwendiyên di navbera Emerîka û Iraqê li aliyek û Emerîka û Herêma Kurdistanê li aliyekî din û çawayiya pêşxistina wan pêwendiyan hate nirxandin.

Serok Barzanî ji bilî pîrozbahî kirinê li wê erka wî ya nû ya ku pê hatiye spardin hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Emerîka xwest û amadehiya Herêma Kurdistanê jî li alîkarî kirin û serxistina erkê wî de nîşanda.

Serok Barzanî li ser daxwaza Balyozê Emerîka li Iraq encama serdana her du şanda siyasî û şanda Hukmiya Herêma Kurdistanê ya Bexdayê xisterû û hêvî xwest ku şanda siyasî bikarê berdewamiyê bi kombûnên xwe bide û li gel partî û aliyên siyasiya Iraqê ji bo gihîştina çareseriyeke bingehîna wan tengasiyên siyasiyên ku tuşî Iraqê bûne.

Her wiha nirxandina rewşa îro ya Kerkûk û çawayiya muamelekirina li gel wê rewşê mijareke dinê hevdîtinê bû û li vî warî de Balyozê Emerîka ragihand ku her biryarek di derbarê Kerkûkê pêwîste bi agahdarî û rizamendiya her du aliyan de bê û Balyozxaneya Emerîka jî amadeye ji bo pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst.
Top