Dadgeha Ewrûpa ji ber kuştina gundiyan leşkerên Tirk mehkum kir
Di 28'ê îlona 1999'an de li gundên zozana Oveçê ya naçveya Şemîzanan a Colemêrgê cenazeyên 7 kesên jê 5 hemwelatiyên Iraqê di bin kevirekî de veşartî hatibûn dîtin. Piştî xizmên Mehmet Arici yê ji gundê Bozyamaç ê ku cenazeyê jî di nav 7 cenazeyan de serî li dozgeriyê û da lêpirsîn hate destpêkirin. DMME'yê di çarçoveya lêpirsîna Dozgerê Komarê yê Şemzînan daye destpêkirin guhdariya gundiyên Bozyamaçê kir û Tirkiye ji ber kuşitina 7 kesan TSK berpirsiyar girt û ji ber "mafê jiyanê binpêkir" mehkûm kir. Li gorî nûçeya Bîanet'ê DMME'yê duh bi hevdengî biryar girt.
DMME: Lêpirsînê bidomînin
DMME'yê bi madeya 2'yemîn a PMME'yê ne ma ji yekemîn cara ji Tirkiyeyê xwest ku lêpirsînê bidomîne û di demek kin de pêş bixîne. DMME'yê bang li rayedarên Tirkiyiyê kir ku ligel tezmînata madî û manewî bide xizmên Arici û Gungor û ji hemû encaman re xwe amade bike. DMME'yê tu hukmên tazmînatê diyar nekirin û xwest di demek kin de rayedarên Tirkiyeyê lêpirsînê bi encam bike.
Tugaya Komando ya Kayserî li herêmê bû
Cenazeyên Atici û Gungor di 29'ê îlona 1999'an de li pişt gundê Bozyamaçê li ser kevirekî hatibûn dîtin. Di dosyaya DMME'yê de li cihê bûyerê 79 qalikên guleyan ên leşkeran hatibûn dîtin cih digre. Di dosyayê de şahidiya keyayekî ya di rapora otopsiyê ya 30'ê îlona 1999'an de cih digre. Di îfadeyan de rojek berî bûyerê yanî di 28'ê îlona 99'an de Tugaya Komando ya Kayseriyê li herêmê bû. Her çiqas pêvajoya darizandinê dirêj berdewam kiribe jî tu encama bidest nehatin girtin. Tevî di navbera salên 2005-2009'an de serî li îfadeyên gundiyan hatibe dayîn jî tu encam nehatin bidestxistin. Li ser vê yekê hevser û zarokên Arici, dayîk û bavê Gungor serî li DMME'yê dan.
Rudaw
