Mesrûr Barzanî Û Seroka Xaça Sûr Ya Navnetewî A Li Kurdistanê Civiyan
Di hevdîtineke de di derbarê hemahengî û hevkarî û kar asaniyeke zêdetir bo karûbarên Xaça Sûr de giftûgo hate kirin û birêz Mesrûr Barzanî jî piştgîriya xwe bo kar û çalakiyên Nuneratiya Xaça Sûr ya li Kurdistanê de diyar kir.
Birêz Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, li Kurdistanê de xwestekeke gelek bihêz heye bo li beçav derbas kirina pîwer û pîwanên mafên mirovan û di vê warî de jî li Kurdistanê de gavên gelek girîng hatine avêtin.
Birêz Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, di vê derbarê de tevahiya şîret û nêrînên Xaça Sûr bi cidî werdigirin û ji nêz ve pêde çûn bo wan dike.
Di dawiya vê hevdîtina han de heyeta Xaça Sûr jî hevdem ligel diyar kirina kêfxweşiya xwe ya li hember pêşkeftinên heyî û rewşa aram ya ewlekarî a Kurdsitanê de amadebûna xwe jî diyar kir ku, bi hevkariya aliyên peyvendîdar roleke wenêrînê li Kurdistan û Deverên Sînurî yên Kurdistanê de û herwiha li Deverên weqetandî de jî bilîze.
