Komîteya Hevbeş Ya PDK Û NYK Civiya
Di destpêka vê civîna han de biryarên ku, di civîna derbasbûyî de hatibûn stendin hatin nirxandin û tekez li ser cîhbicîh kirina wan biryaran hate kirin.
Di berdewamiya civînê de biryar hate dayîn daku, komîteyên taybetî yên girêdayî bi hin pirs û arîşeyan piştî bi dawî hatina betlana Cejnê werin damezrandin û dest bi cîhbicîh kirina erk û karên xwe bikin.
Di beşeke din ya vê civîna han de li ser navê her du mekteb siyasiyan bi minasebeta hatina Cejna Qurbanê pîrozbayiyek pêşkêşî Gelê Kurd û tevahiya Misilmanên Cîhanê kir û hêvî xwest ev Cejna han bi xêr û xweşî derbas bibe û bibe sedema paşerojeke baş û pêşkeftî bo Kurdistanê.
