• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî Peyamek Pêşkêşî Stafa Rojnameya Îtîhad Kir

Gulan Media October 25, 2012 Nûçe
Serok Barzanî Peyamek Pêşkêşî Stafa Rojnameya Îtîhad Kir
Duh Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi minasebeta salvegera derketina Rojnameya Îtîhad peyameke pîrozbayî pêşkêşî Birêveber û Stafa vê Rojnameya han kir û ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedayê bexşende û mihriban

Birayên birêz li Birêveberatî û stafa Rojnameya Îtîhad silaveke gerim

Bi minasebeta slavegera derketina Rojnameya birêz ya Îtîhad gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we dikim û hêvîdarim karwana Îtîhadê her berdewam be û hevdem ligel sekuyên din yên ragihandinê bo belav kirina nirx û buhayên demokrasî û pêkevejiyanê hewl bide.

Herwiha pîrozbayiya tevahiya wan kesan dikim ku, di pêş de birina vê Rojnameya han de ked dane û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.

Ligel rêz û silav

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî

24.10.2012
Top