• Monday, 09 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê Pêşwaziya Leyla Zana Kir

Gulan Media October 25, 2012 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê Pêşwaziya Leyla Zana Kir
Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Siyasetmedara Kurd Xatû Leyla Zana kir.

Di hevdîtineke de behsa pêşkeftinên heyî û rewşa niha ya doza Kurd a li Tirkiyeyê û pêşhateyên dawî yên li Deverê de bi giştî hatin nirxandin û her du alî tekez li ser aramtir kirina rewşa heyî kir û diyar kirin ku, pêwîste rêjandina xwînê di navbera her du aliyan de were rawestandin û hewl bidin daku, bi rêyên aştiyane û diyalogê kêşeyên heyî werin çareserkirin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, kêşeya Kurd li Tirkiyeyê kêşeyeke siyasiye û bi tenê bi rêyên siyasî û aştiyane tê çareserkirin dibe tevahiya aliyan ji vê yekê fêm bikin ku, ev kêşeya han bi ti awayî bi rêyên leşkerî û çalakiyên çekdarî û operasiyonan nayê çareserkirin lêbelê ev rêbazên han bi tenê ev kêşeyên han aloztir dikin û bi ti awayî fêde nade ti aliyekî.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê ev yek jî diyar kir ku, bo çareser kirina aştiyane ya doza Kurd a li Tirkiyeyê de vê çi bikeve ser milê Hikûmeta Kurdistanê em amadene ku, cîhbicîh bikin.
Top