Haşimî: Malikî bi niyet bû êrişî pêşmergeyan bike
Cîgirê serokê Iraqê Tariq Haşimî ku bi tometa ‘terorê’ cezayê darvekirinê ji aliyê dadgeha Iraqê ve lê hatiye birîn, di gotarek îro (15.10.2012) di rojnameya Şerq el-Ewsed de bi navê ‘Peymana kirîna çekan ji Rûsya... Çima?’ belav kiriye. Haşimî di vê gotara xwe de armanca Malikî ya ji bo kirîna van çekan eşkere dike û wiha dibêje: “Corê van çekan ji bo êrişkirinê ye ne ji bo parastinê.” Haşimî rexne li şiddeta Malikî digre û balê dikişîne ser wê yekê ku Malikî ne zelamê aştiyê ye.
Haşimî di beşeke din a gotara xwe de wiha dibêje: “Li sala 2008an ez ligel hevalê xwe Adil Ebdulmehdî (Cîgirê berê yê serokomarê Iraqê) çûne gel Malikî. Gelek aciz diyar bû, ji ber wê demê pêşmerge razî nedibûn ji Diyale vekişin ku li gor peymanekî berê biryar li ser hatibû dayîn.”
Tariq Haşimî di gotara xwe de dibêje: “Malikî gelek aciz bû, mijûl bû fermana êrişkirin û bombebarankirina pêşmergeyan derbixe.” Haşimî destnîşan kir ku Malikî ji bo wî karî pir ciddî bû û tank li pêşiya pêşmergeyan belav kiribû.
Cîgirê serokomarê Iraqê Tariq Haşimî dibêje: “Ger me destkarî nekiriban û pêşî li Malikî negirtiban, dihat texmînkirin ku wê qesabxaneyek bi xwe re anîban.”
Rudaw
