Mesrûr Barzanî Bi Sporwanên Yaneya Sporê A Şeqlawayê Re Civiya
Di civîneke de ku, Serokê yaneya Şeqlawayê û çend Mamosteyên din jî tê de beşdarbûn, birêz Mesrûr Barzanî destxweşiya Serokê yaneya nav hatî û Sporwanên vê yaneyê kir û hêviya serkeftina zêdetir çi li ser astê Îraq û çî jî li ser astê Cîhanê ji yaneya han re xwest.
Birêz Barzanî herwiha kêfxweşiya xwe jî li hember pêşkeftina asta Sporê li Şeqlawayê de jî diyar kir û hêvî xwest ku, li Deverên din yên Kurdistanê de jî keçên Kurd bikaribin bigehêjin bi asteke wisa ya Sporê.
Hêjayê gotinêye ku, Yaneya werzişî a keçan ya Şeqlawayê vê di Meha pêşiya me de bi Nuneratiya Îraqê beşdariya çend misabêqeyên werzişî li çend welatên Erebî bike.
