• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî Bi Sporwanên Yaneya Sporê A Şeqlawayê Re Civiya

Gulan Media October 25, 2012 Nûçe
Mesrûr Barzanî Bi Sporwanên Yaneya Sporê A Şeqlawayê Re Civiya
Duh Şewirmendê civata ewlekariya netewî birêz Mesrûr Barzanî bi hijmareke Sporwanên yaneya Sporê ya Şeqlawayê re ku, pêk hatibûn ji hijmareke Sporwanên keç yên her du tîmên Welîbûl û Tenîsê kir.

Di civîneke de ku, Serokê yaneya Şeqlawayê û çend Mamosteyên din jî tê de beşdarbûn, birêz Mesrûr Barzanî destxweşiya Serokê yaneya nav hatî û Sporwanên vê yaneyê kir û hêviya serkeftina zêdetir çi li ser astê Îraq û çî jî li ser astê Cîhanê ji yaneya han re xwest.

Birêz Barzanî herwiha kêfxweşiya xwe jî li hember pêşkeftina asta Sporê li Şeqlawayê de jî diyar kir û hêvî xwest ku, li Deverên din yên Kurdistanê de jî keçên Kurd bikaribin bigehêjin bi asteke wisa ya Sporê.

Hêjayê gotinêye ku, Yaneya werzişî a keçan ya Şeqlawayê vê di Meha pêşiya me de bi Nuneratiya Îraqê beşdariya çend misabêqeyên werzişî li çend welatên Erebî bike.
Top