• Monday, 09 February 2026
logo

Li Bakurê Kurdistanê şer berdewame

Gulan Media October 25, 2012 Nûçe
Li Bakurê Kurdistanê şer berdewame
Li Bakurê Kurdistanê şerê di navbera gerîlayên PKK'ê û leşkerên artêşa Tirkiyê de berdewame.

Li gor daxuyaniya HPG'ê, li 23'ê Cotmehê gerîlayên wan li Erdexanê li nêzî gundê Akyolê çalakiyek li dijî leşkerên derketîn operasyonê pêkanîn û di encam de 3'ê leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Her weha li 22'yê Cotmehê gerîlayan li herêma Qilaban a Şirnexê derbeyek li helîkoptereke kobra xistine û helicopter neçar maye ji herêmê dûr bikeve.

Li roja 23'yê Cotmehê jî, li devera Şemzînan a Colemêrgê li dijî devera Gostê ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve bi hewan û obûsan hatiye bombekirin.


Avestakurd
Top