Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serok û Endamê Şanda aliyê Kurdistanî yên Bexda civiya
Şandê bi hurî behsa naveroka civînan kir û Serok Barzanî ji bilî destxweşî kirina şandê, tekez kir, li Iraq kêşeyek tûne bi navê kêşeya Kurd û Ereb yan kêşeya Herêma Kurdistanê li gel Bexda, belku kêşeyekî kûr li Iraqê heye, ku kêşeya hukimraniye, eve jî kêşeyekî metirsîdare. Her wiha ragihand: Rewşa siyasî, aborî û emniya li Iraqê roj bi roj berev xerapî diçê û pêwîstî bi hewla dilsozaneya hemû aliyan heye û pêwîste hengavên ciddî ji bo çareserkirina vê qeyranê bikevin qonaxa kirdarê ve û li ser bingeha pabendbûn û rêzgirtina destûra bingehîna Iraqê û bi cîhkirina hemû bendên wê dûrî li întîqayiyet û peymana Hewlêrê ku jêder û nîşanderekî rasteqîneye ji bo dirustbûn û şer'iyeta Hikûmeta niha ya federal li Bexda.
Her wiha tekez kir ku divê piştî cejna qurbanê pêvajoya diyalogê dûbare destpêbike û hemû amadekariyekî pêwîst ji bo serkeftina vê diyalogê bête pêkanîn bi bêyî wê yekê ku menhecekî nû û mekanîzmekî çalak, ku wiha bike diyalog berev encamekî konkirîtî bibe û ragihand: Diyalog ji bo çareserkirina hemû gîr û giriftan rêyeke bi tenhaye û piştgîriya tevahiya xwe jî li hêwirkirina ragihandin û daxûyaniyên îstîfzazî kir, ku xizmetê bi tevgera diyalogê nake.
