• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya siyasetmedara Kurd xanim Leyla Zana kir

Gulan Media October 24, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya siyasetmedara Kurd xanim Leyla Zana kir
Duh sêşem 23/10/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya siyasetmedara Kurd xanim Leyla Zana kir.

Li hevdîtinê de, di derbarê pêşketinên dawî ya Kurdistan û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Li vê çarçêweyê da Serok Barzanî ronahîkir ku ev serdem serdema xebata Parlemenî û siyasî û ragihandin û çareserkirina kêşe û gîr û giriftane bi rêya diyalogî şaristaniyê dûrî li tundutîjiyê ku dikarê bi wan sedeman ve gelê me sûd jê werbigrê.

Xanim Leyla Zana rola Serok Barzanî li komkirina mala Kurd û ew kêşeyên ku têne pêş pirsa Kurd de bi girîng wesif kir.
Top