Çavkaniyek ji hêzên Polîs yên li Bexdayê ragihand ku, evro danê Sibê li Taxê Cekok ya li Bakûrê Bexdayê de maşîneke bombekirî hatiye teqandin û di encam de 6 welatî canê xwe ji dest dane û 17 welatiyên din jî birîndar bûne.
Çavkaniya han eşkere kir ku, jiber xedar bûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn ku, hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.