• Monday, 09 February 2026
logo

Li Bexdayê De 23 Welatî Bûne Qurbaniya Teqînekî

Gulan Media October 24, 2012 Nûçe
Li Bexdayê De 23 Welatî Bûne Qurbaniya Teqînekî
Çavkaniyek ji hêzên Polîs yên li Bexdayê ragihand ku, evro danê Sibê li Taxê Cekok ya li Bakûrê Bexdayê de maşîneke bombekirî hatiye teqandin û di encam de 6 welatî canê xwe ji dest dane û 17 welatiyên din jî birîndar bûne.

Çavkaniya han eşkere kir ku, jiber xedar bûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn ku, hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.
Top