• Monday, 09 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê ji kluba fûtbolê a Hewlêrê re şand

Gulan Media October 24, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê ji kluba fûtbolê a Hewlêrê re şand
Bi minasebeta serkeftina kluba fûtbolê a Hewlêrê bi ser Chonburi Sport Club a taylandî de û gihiştina wê bo lîstiak fînalê a şampyona Asiyayê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê ji kluba fûtbolê a Hewlêrê re şand û ev jî teksta wê peyamê ye:

Birêzan kluba fûtbolê a Hewlêrê

Silav li we bin

Bi minasebeta serkeftina kluba fûtbolê a Hewlêrê bi ser Chonburi Sport Club a taylandî de û gihiştina wê bo lîstiak fînalê a şampyona Asiyayê, ez ji dil pîrozbahî û destxweşiyê li komîteya rêvebir, endam, trenare û yek bi yek lîstikvanên kluba fûtbolê a Hewlêrê û tevaya cemawer û werzişdotan dikim. We destkeftiyeke mezin ji bo kluba xwe û tev herêma Kurdistanê tomar kir.

Bi vê serkeftina we ku, ev cara yekemîn e li ser astê herêma Kurdistanê û Îraqê bi destve dihêt, hûn bûn cîyê şanazî û şadiya cemawerê xwe û hemû xelkê Kurdistanê. Em hêvîdar in di lîstika fînalê de jî her heman wê astê bilind nîşand bidin û bikaribin xelata şampyona Asiyayê bilind bikin.

Her serkeftî bin

Nêçîrvan Barzanî
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
23.10.2012
Top