Parlamenterên BDPê jî dest bi greva birçîbûnê dikin
Heta niha li 58 girtîgehên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê zêdetirî 690 girtiyên ji doza PKK û PJAKê ji 12ê îlonê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Di nava girtiyan de parlamenterê BDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û şaredarê BDPê yê Wanê Bekir Kaya jî hene. Îro greva birçîbûnê ket roja 43an û herku diçe rewşa tendirûstiya wan xiratir dibe.
BDPê di civîna MYKê ya duh hatî lidarxistin de biryar girt ku parlamenter jî bikevin greva birçîbûnê. Di vê çarçoveyê de wê parlamenter piştî roja 50an a greva birçîbûnê, di çadirên piştgiriyê de dest bi greva birçîbûnê bikin. Li aliyê din 27ê cotmehê li Batman û 3ê Mijdarê jî li Amedê xwepêşandanek mezin tê lidarxistin. Li aliyê din jî her roj wê li pêşiya 58 girtîgehan çalakiya rûniştinê bê encamdayîn. Du girtiyên bi navê Haci Aslan û Adem Yildiz jî dest bi greva birçîbûnê ya mirinê kirin.
Wê li tevayî Kurdistanê jiyan bê rawestandin
Parlamenterê BDPê yê Colemêrgê Adil Kurt derbarê çalakiya greva birçîbûnê û piştgiriya ji bo wan de ji Rûdawê re axivî. Kurt di vê derbarê de got: “Ji xwe niha parlamenterê me yê girtî birêz Faysal Sariyildiz (Parlamenterê Şirnexê) di greva birçîbûnê de ye. Li derve jî li tevayî bajarên Kurdistanê çalakî û piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê hene. 30ê cotmehê li tevayî bajarên Kurdistanê çalakiyên mezin tên lidarxistin. Ji ber ku 30ê mehê roja 50ê ya greva birçîbûnê ye. Ji ber vê xeteriyê wê li tevayî Kurdistanê jiyan bê rawestandin.”
Adil Kurt derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya ku parlamenterên BDPê jî dest pê bikin agehdarî da û wiha pêdeçû: “Hemû parlamenterên ku rewşa tendirûstiya wan rê bide, wê bikevin greva birçîbûnê. Biryar ji bo tevayî parlamenteran e. Greva parlamenteran jî piştî 30ê mehê dest pê dike.”
Parlamenterê BDPê li ser rewşa tendirustiya girtiyan jî rawestiya û wiha got: “Girtiyên ji 12ê îlonê û heta niha di greva birçîbûnê de, êdî rewşa wan pir giran e. Nikarin bigerin û serê wan dizivire. Rewşa wan ber bi xeteriyê ve diçe.”
Dewlet nikare wê yekê rake ku cenaze ji girtîgehan derbikevin
Li ser pirsa ‘Çima dewlet heta niha li hemberî greva birçîbûnê bêdenge û ger girtiyekî di grevê de jiyana xwe ji dest bide, dewlet wê bikare vî barî hilgire?’ parlamenterê BDPê Adil Kurt got: “Êdî berpirsyartî ji partiyekê wêdetir e, berpirsyartî ya dewletê bi xwe ye. Ji xwe bêdengiya dewletê yek ji sedemên dest pê kirina vê çalakiyê ye. Dewlet timî bi vî awayî tevdigere, zîndanî jî bi biryarin ku heta dewlet gavê navêje, wê ev çalakiya wan dom bike. Em di wê baweriyê de ne êdî îmkanê dewletê çênabe ku ji hundirê girtîgeha cenaze derkevin. Dewlet nikare vê yekê rake, wê tablo û rewş biguhere.”
Rudaw
