Pêkvejiyana hemû pêkhateyên cuda yên bajatê Xaneqînê cîyî çanaziyê ye
Serokwezîr di civînê de got ku, Xaneqîn di warê netewî û cografiyayê de, ji bo herêma Kurdiatanê, bajarekê gele giring e:
- Pêkvejiyana hemû pêkhateyên cuda yên bajatê Xaneqînê cîyî çanaziyê ye û wan roleke mezin di şoreşên Kurdistanê de dîtîye, xelkê vî deverê gelek jê pêşmerge û serkirede bûn di nav şoreşên Kurdistanê de. Wezîfeya hikûmetê ye ji bona kêmkirina êş û azarên vê deverê bixebite û xizmetên hêja pêşkeş bike.
- Cîbicîkirina madeya 140ê hem daxwaza hikûmetê û hem jî daxwaza xelkê Kurdistanê ye û ew yek ji ewlewiyatên karên hikûmeta Kurdistanê ye.
- Raste di warê îdarî de bajarê Xaneqîn ser bi qîlayeta Diyalayê ye, lê bi rastê ew bajarekê Kurdistanê ye .
Gelek piroje hene divê hikûmeta Bexdayê encam bide û xizmeta deverê bike, lê mixabin, di vî warî de hikûmeta Bexdayê gelek xemsare û weke pêwîst daxwazên vê deverê bi cî nake.
Serokwezîrê Kurdisatnê behsa kiryarên terorîstiyên dijî hevwelatiyên kurd yên bajarên sadiye û Celewlayî kir û got ku, metirsyên mezin li vê deverê û herêma Kurdistanê hene.
Ji bona baştir kirina rewşa jiyana xelkê devera Xaneqînê, serokwezîrê Kurdistanê biryar li ser cîbicîkirian hijmareke pirojeyên xizmetgozarî di warên cihê de kir:
- Em îro hatine vir ku, bi cidî xzimeta we bikin û li gor wê desthilata sînordara meheye. kar ji bê vê deverê bikin.
