‘Tirkiye Rojava dagir bike wê şerê kurd-tirkan li her derê belav bibe’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan di hevpeyvînek ligel rojnameya Yeni Ozgur Polîtîkayê de diyar kir ku şert û mercên zivistanê yên dijwar ji bo artêşa Tirk jî asteng in û got; “Helbet di rêbaz, taktîk û şêwazê de dê guhertin çêbibin. Awayê serweriya herêmê, rêbaz dê bên guhertin.”
Kalkan da zanîn ku di şerê 30 salan ê li Kurdistanê de, operasyon, pevçûn û hemleyên şoreşgerî yên herî mezin di van 4 mehan de pêk hatin û got; “Ji bo pêkhatina çareseriya Xweseriya Demokratîk divê ev hemleya gelê Kurd a bi pêşengiya gerîlayan wek hemleya şerê gel ê şoreşgerî bînin.”
Kalkan diyar kir ku di vî şerî de bedelên bêhempa hatine dayîn û got; “Ji bo aliyan ev şerek pir zor e. Divê ev bê zanîn. Li aliyeke din artêşa Tirk hat rewşeke wisa de ye ku êdî nikare şer bike. Ziyaneke mezin dît. Hestiyê pişta artêşa bi pere ya ku AKP’ê dixwest bi rêxistin bike, şkest. Bi kurtî, artêşê li gelek cihan serweriya xwe wenda kir, xwe xistiye pozîsyona parastinê.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan li ser egera ku Tirkiye Rojavayê Kurdistanê dagîr bike jî axivî û wiha got: “Li Sûriyeyê dê şer çêbibe, çênebe, Tirkiye dê têkeve, tênakeve, em ji bo vê tiştek nabêjin, lê ger artêşa Tirk Kurdên Rojava tehdît bike, êrîşê wan bike, ji bo armanceke herêma tempon Rojavayê Kurdistanê dagir bike, wê Kurdên li her çar parçeyan û li derveyê welêt li hember derbikevin. Berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê dê pêşengiya vê yekê bikin. Şerê Kurd-Tirk dê li her derê belav bibe. Divê bi taybet rewşenbîr, siyasetmedar, aştîxwaz û mirovên demokrat ên li Tirkiyeyê vê yekê bibînin.”
Rudaw
