• Monday, 09 February 2026
logo

Obama: Destêwerdana leşkerî li Sûriyê zehmete Romney: Pêwîste em opozisyona Sûrî biçek bikin

Gulan Media October 23, 2012 Nûçe
Obama: Destêwerdana leşkerî li Sûriyê zehmete Romney: Pêwîste em opozisyona Sûrî biçek bikin
Li gor rapirsyan serokê Amerîka Barak Obama li hemberî berbijêrê Komarî Mitt Romney di hevrikiiya sêyem û ya dawî de ku îro 23/10 sêşemê li Florîdayê birêve çû û li bare siyaseta derve bû biser ket.

Tora CNN ya Amerîkî di rapirsiya wê de deketiye ku %48 amerîkiyan gotin ku Obama di hevrikiya telefizyonî de biserket, her weha %40 gotin Romney li pêşiya Obama ye.

Ji aliyê xwe ve tora CBS ya nûçeyan li gor rapirsiyên xwe aşkira kir ku, Obama di dozen siyaseta derve ya Amerîkayê de ji bilî dosya girêdayî Îsraîlê li beramberî Romney biserket. Her weha di dosya Îsraîlê de Romny biserket û di dosya Çînê de her du wek hev bûn.

Di derbarê rewşa Sûriye de jî, Obama di hevrikya li hemberî Romney de got: Destêwerdana leşkerî li Sûriyê gelek zehmete û bal kişand ku ew li dijî çekdarkirina opozisyona Sûriyêye ev yek jî vegerand vê yekê ku, “Tirsa me ewe ku ew çek bikevin destê şaş û li dijî me bikarbînin.” Di heman demê de Obama diyar kir ku fişarên li ser rêjma Sûrî bo sekinandina tundûtîjiyê wê bihêle Serokê Sûriyê Beşar Esed biçe.

Ji aliyê xwe Romny teqez kir ku pêwîste opozisyona Sûrî bê biçekkirin û alîkariya wan bê kirin ji bo ku bikarin Esed ji desthilatê bixin. Her weha Romney rexne li bêdengiya Obama li hembrî rûdanên li Sûriyê rexne kir.

Hêjayî gotinê ye her du berbijêrên bo serokayetiya Amerîkayê (Barak Obama û Mitt Romney), ketin hola zanîngeha Leyn ya li Boka Raton ya ser bi wîlayeta Florîdayê li başûrê rojhilatê Amerîkayê û 1.5 li hemberî hev bersiva pirsên derbarê siyaseta derve hevrikî kirin.


Xendan
Top