Dadgeha Tirk cezayê Zana kêm dît
Serdozgeriya Komarê ya Bilind a Tirkiyê xwest ku cezayê 10 salan ê li parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana hatî birîn, bê xirakirin.
Dadgehê bi îdiaya ku Zana di 9 axaftinên cûda de, ji ber ‘endamtiya rêxistinê ye’ 10 sal cezayê girtîgehê li Zana birîbû û xwest ev ceza bê xirakirin.
Dadgehê daxwaz kir ku ligel Zana ‘endamê rêxistinê ye’ û ji ber di 9 axaftinên cûda de ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ 9 caran bi awayekî cûda bê cezakirin.
Rudaw
