• Monday, 09 February 2026
logo

Esed efûya giştî ragihand

Gulan Media October 23, 2012 Nûçe
Esed efûya giştî ragihand
Di demek ku behsa agirbesta di cejna Qurbanê de tê guftûgokirin, serokê Sûriyê Beşar Esed gavekî nû avêt. Esed diyar kir ku bi efûya giştî, hemû kesên heta îro sûc kirine efû kiriye.

Serokê Sûriyê Esed diyar kir ku sûcên ku ji aliyê opozisyonê ve hatine kirin û ew wekî ‘terorîst’ bi nav dikin, efû nekirine.

Di daxuyaniyek ku di televizyona dewletê ya Sûriyê de hatî weşandin, ji kesên ku heta 23’ê cotmehê sûcên kirine, efûya giştî hatiye derxistin. Di daxuyaniya Esed de tê gotin terorîstên li hemberî rejîmê şer kirine, nakevin di çarçoveya vê efûyê de.

Heta niha hewldanên nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Welatên Ereb Exder Birahîmî yên ji bo agirbesta di cejna Qurbanê de bê encam mane. Tevî piştgiriya Rûsye û Çînê ya ji bo ragihandina agirbestê, hê lihevkirinek navbera Esed û opozisyonê de ji bo vê yekê çênebûye.

Rudaw
Top