• Monday, 09 February 2026
logo

Greva birçîbûnê ket roja 42an

Gulan Media October 23, 2012 Nûçe
Greva birçîbûnê ket roja 42an
Greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PJAKê li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê dane dest pê kirin, ket roja 42an. Komîsyona Ewropayê derbarê greva birçîbûnê de got; “Em pêvajoyê dişopînin, bi rayedarên tirk re hevdîtin dikin.”

Greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PJAKê li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji 12ê îlonê ve dane dest pê kirin, ket roja 42an. Di roja 42an de jî heta niha hikûmeta Tirkiyê ti bersivek nedaye. Bi derbazbûna demê re rewşa tendirûstiya girtiyan jî dikeve metirsiyê. Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) diyar kir ku rojnamevanê kurd Tayyîp Temel ê di girtîgeha Tîpa D ya Amedê de ku ji 12ê îlonê ve di greva birçîbûnê de ye, rewşa wî û hevalên wî xirab bûye û napejirînin bên tedawîkirin. Personelekê jî diyar kir ku dibe her demê Temel û hevalên xwe ji ber rewşa xirab a tendirûstiyê jiyana xwe ji dest bidin.

Li 58 girtîgehan bi giştî 615 girtî di greva birçîbûnê de ne. Her roj ev hêjmar zêdetir dibe. Di nava kesên di grevê de parlamenterê BDPê yê Şirnexê Farsal Sariyildiz, şaredarê Wanê Bekir Kaya û gelek rojnamevan jî hene.

Girtiyên ji doza PKK û PAJKê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, sereratkirina şert û mercên tendurîstî, ewlehî û tevgera azad a Ocalan, mafê perwerdeya bi kurdî û parastina bi kurdî dest bi greva birçîbûnê kirine.

Berpirsê Befirhekirina Komîsyona Yekîtiya Ewrûpa (YE) û Polîtîkayên Cîrantiyê Stefan Fule bersiva pirsê ANFê da. Berdevkê Fule, Peter Stano daxuyaniyel li ser navê Fule da û got; “Em van bûyeran ji nêzîk ve dişopînin. Li hemberî rewşa girtîgehan em ne xemsar in û em bi rayedarên Tirkiyeyê re hevdîtin pêk tînin.”

Rudaw
Top