• Monday, 09 February 2026
logo

‘Tirkiye miaş dide opozisyona Sûriyê’

Gulan Media October 23, 2012 Nûçe
‘Tirkiye miaş dide opozisyona Sûriyê’
Tê îdiakirin ku Tirkiye, Erebîstana Siûdiye û Qeter mehane 150 dolaran wekî miaş dide çalakvanên opozisyona Sûriyê yên li dijî rejîma Beşar Esed şer dike.

Li gor îdiayan li bajarê Helebê ku her roj şerên dijwar diqewime, çekdarên opozisyonê miaş ji welatên biyanî werdigrin. Fermandarên opozisyonê kesên ligel rejîmê şer dikin, mehane 150 dolaran dide wan. Fermandaran diyar kirin ku ew pere ji Tirkiye, Erebîstana Siûdiye û Qeterê ji wan re tên. Di du mehên ku miaş hatine parvekirin, cara yekemîn li kesên di rêzên despêkê de şer dikin hatine parvekirin.

Ji fermandarên opozsiyonê Abdulselam Humeydî diyar kir ku kesên zewicî yan jî yên di rêzên pêş de şer dikin, wê miaşê wan bê zêdekirin. Şerkerekî opozisyonê 6 mehe li Helebê şer diki û ji ber şoreşê dest ji karê xwe berdayî, nikare temaşeyî malbata xwe bike û got: “Wê vî pereyî ji bo xercên malbata xwe bikarbîne.” Ji xwe ev demek dirêje dihat gotin ku Erebîstina Siûdî, Tirkiye û Qeter arîkariya madî û çekan dide Artêşa Azad a Sûriyê. Erebîstana Siûdî û Qeterê pejirandin ku pereyan didin wan, lê red dikin ku arîkariya çekan ligel wan kiribin.

Li aliyê din jî ji hewldanên nûnerê taybet Neteweyên Yekbûyî (NY) û yê Yekîtiya Welatên Ereb Exder el-Îbrahîmî hê ji bo agirbesta di cejna Qurbanê de pêşketinekî erênî çênebûye û Îran jî ji bo agirbestê ligel grûbên opozisyonê civiya ye.

Wezîrê derve yê Îranê Elî Ekber Salihî got: “Ji roja yekşemê û pê ve me dest bi hevdîtinên ligel hinek grûbên opozisyonê kir.” Salihî eşkere nekir ku ligel kê civiyane û wiha got: “Dewleta Sûriyê diyar kir ku ji bo agirbestê amadeye. Lê beşek zêde ya opozisyona ku di nava wan de fikrekî hevpar nîne, ji vê yekê re ne amadene. Hinek aliyên opozisyonê jî li dijî vê yekê derdikevin. Ev yek nîşan dide ku li Sûriyê kî yan jî kîjan alî naxwazin ev şiddet bi dawî bibe.”

Alîkarê wezîrê derve yê Rûsya Mihail Bogdanov jî ji bo guftûgokirina pêşniyara agirbestê, duh çû Tehranê.

Rudaw
Top