Libanan: Di navbera Şî`e û Suniyan de şer û 23 kes bûne qurbanî
Li gor ajansa niştimanî ya ragehandina Libnanî belavkiriye ku, şer di navbera navçeya Bab Tebane û Cebel Mihsin de ya Trablisê ku dikeve bakûrê Libnanê her weha li navçeya Cidêdê ya Bêrûtê ji şer di navbera artêşa Libnanê û çekdaran de qewimiye.
Serokê Şepola Pêşerojê Se`d Herîrî bi daxuyaniyekê got: Divê Hikûmeta Libnanê birûxe lê dive ev yek bi awayekî aştiyane be. Her weha Herîrî bang li alîgirên xwe jî kirk u bila ji kolanan bikêşin.
Parlemanterê ser bi Şepola Pêşerojê Miîn Mir`ebî li zarê Se`d Herîrî daxwaz ji xwepêşanderan kirk u xwepêşandanên xwe li pêşiya mala serokê Hikûmeta Libnanê Necîb Mîqatî bidomîn in û neçar bikin ku dest ji karê xwe bikêşe.
Hêjayî gotinê ye ku roja yekşemê dema rakirina cenazeyê serokê şaxê istixbaratê ku hatibû terror kirin, pevçûn û şer di navbera xwepêşanderan û hêzên artêşa Libananê de qewimî.
Xendan
