• Monday, 09 February 2026
logo

Hewlêr û Bexdad li Ser Mijarên Petrol, Maddeya 140 û Xercîyên Giştî û Serokatîyên Dewletê Rêkevtin Kirin

Gulan Media October 23, 2012 Nûçe
Hewlêr û Bexdad li Ser Mijarên Petrol, Maddeya 140 û Xercîyên Giştî û Serokatîyên Dewletê Rêkevtin Kirin
Di kombûna navbera şanda bilinda hukûmeta herêma Kurdistanê û hukûmeta navendîya Iraqa federal de, rêkevtin li ser çend xalên serekîyên wek hinardina 250 hezar bermîlên petrola Kurdistanê bo derve bi mercê pêdana pareyên kompanyayên petrolê ji alîyê Bexdadê ve, xercîyênb serwerîyên serokatîyên Iraqê û xercîyên giştîyên dewletê û zêdekirina bûdceya cîbicîkirina maddeya 140 kirin.


Şanda hukûmeta herêma Kurdistanê bi serokatîya Îmad Ehmed cihgirê serok wezîrê herêma Kurdistanê li gel alî û berpirsên hukûmeta navendîya Iraqa federal çend kombûn û dîdar saz kir û gişt têbînî û pêşniyarên Hewlêrê yên di bareya birgeyên projeya bûdceya Iraqê bo sala 2013 ku peywendî bi pişka herêma Kurdistanê ve hene, gihande alîyê Iraqî û her du alîyên hukûmeta herêma Kurdistanê û hukûmeta Iraqê li ser çend xalan rêkevtin kirin.

Şanda herêma Kurdistanê û hukûmeta Iraqê li ser ewê çendê rêkevtin kirin, ku rojane 250 hezar bermîlên petrola herêma Kurdistanê bo derve bihê şandin, belê bi mercekê ku Bexdad kirêya kompanyayên biyanîyên petorlê yên ku li Kurdistanê kar dikin, bide, herwek ku berê di 13/09/2012 de Bexdad û Hewlêr li ser evê mijarê bi hev re rêkevtibûn û her du encûmena wezîrên Iraqê û encûmena wezîrên Kurdistanê pesend kiribû.

Wek garantîyekê jî ji bo cîbicîkirina evê rêkevtinê, biryar hatiye dan ku deqa rêkevtinê wek birgeyeke serbixwe di projeya qanûna bûdceya Iraqê ya bo sala 2013 de bihê bicihkirin.

Herwisa sebaret xercîyên serwerîyên serokatîyên dewletê ku di projeya qanûna bûdceya sala bihê de gelek zêde bûye û bandoreke xirab li ser pişka herêma Kurdistanê ji bûdceya giştî danîye, her du alî bi hev re rêkevtin kirin ku pêdeçûnê bi ewan xercîyan û danîna pîwanên rohn û aşkira pêywîste.

Herwiha di bareya xercîyên giştîyên dewletê jî yên wek forma xwurak, hilbijardin, kirîna kehrebayê, xercîyên arîşeyên mulkdarîyê, anîna sotemenîyê bo îstgehên kehrebayê derman, piştîvanîya cotkaran û hec û omre her du alîyên hukûmeta herêma Kurdistanê û hukûmeta Iraqê rêkevtin kirin ku ew xercî rastewxo bo herêma Kurdistanê bihên xerckirin, ku salên berê li gor rêkevtineke navbera herêma Kurdistanê û wezareta darayîya Iraqê dihat xerckirin.

Her li gor zanyarîyan, Hewlêr û Bexdad li ser pirsa maddeya 140 a destûra Iraqê jî rêkevtin kirine. Di evê bareyê de şanda herêma Kurdistanê daxwaz ji alîyên Iraqî kiriye, ku bûdceyek pitir ji bo cîbicîkirina maddeya 140 bihê terxankirin û wezareta darayîya Bexdadê jî razîbûna xwe li ser evê yekê nîşan daye.

Hukûmeta herêma Kurdistanê û hukûmeta navendîya Iraqa federal herwisa biryar dane, ku naveroka kombûn û rêkevtinên xwe di çarçêweya komnivîsekê de pêşkêşî parlemana Iraqê bikin da ku bihê pesendkirin û biryarên pêywsît bo cîbicîkirina wan bihên dan.
Top