Parlemen Zagona Debistanên Taybetî Serrast Dike
Di rûnîştinê de Serokê Parlementoya Kurdistanê behsa bernameya rûnîştinê kir û ragihand ku, di rûnîştina evroyê de dibe em giftûgo li ser proje qanûna debistanên taybetî bikin.
Piştî bi dawî hatina peyva Serokê Parlementoyê Parlementer dest bi giftûgo kirin di derbarê xalên proje qanûna debistanên teybetî de kirin.
Pişt re jî çendîn xalên vê proje qanûna han hatin pejrandin û biryare Sibê jî Parlementoya Kurdistanê bi awayekî giştî li ser vê projeya han giftûgo bike û pişt re jî projeyê bixe nava deng danê.
