• Monday, 09 February 2026
logo

Serokwezîr Bi Rayedarên Devera Xaneqînê Re Civiya

Gulan Media October 22, 2012 Nûçe
Serokwezîr Bi Rayedarên Devera Xaneqînê Re Civiya
Di berdewamiya serdana xwe ya ji bo Devera gerimiyanê evro Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî serdana Devera Xaneqînê jî kir û bi Qaêmmoqam û Birêveberên çendîn navçeyên Deverê re civiya.

Di civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê guhdariya daxwaz, gazende û arîşeyên xelkê kir û soza vê yekê jî da Şîniyên Deverê ku, Hikûmeta Kurdistanê li gorî îmkan û derfetên xwe vê hewl bo cîhbicîh kirina daxwazan bide.

Her di vê civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku, me weke Hikûmeta Kurdistanê biryar daye daku, 18 miliyar dola pere bo awedan kirin Deverê di her warî de amadebikin û dibe ev pereyên han bo awedan kirina Deverê di her warî de were bikaranîn.

Her evro Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî serdana Bajarê Derbendîxanê jî kir û bi Berpirsê vê Bajarê re jî civiya.

Piştî civînê Serokwezîrê Kurdistanê ragihand ku, me biryar daye daku, 11 miliyar dînar bo cîhbicîh kirina çendîn projeyan li vê Bajarê de serif bikin bi taybetî di warê Torîzim, rê û cadeyan û perwerdehî de.
Top