• Monday, 09 February 2026
logo

Gora leşker û gerîla li ba hev kola

Gulan Media October 22, 2012 Nûçe
Gora leşker û gerîla li ba hev kola
Mehmet Dagtekînê ku kûrê wî Habeş ji aliyê hêzên dewletê ve hate kûştin û braziyê wî yê ku di encama êrîşên PKKê de jiyana xwe ji dest da, li kêleka hev binax kirin.

Şerê ku nêzîka 30 sale didome, yê di navbera PKK û hêzên artêşa Tirkiyê de gellek serpêhatiyên balkêş jî bi xwe re tîne. Mînak li navçeya Rihayê li Pirsûsê (Suruç) hatiye jiyandin. Du kûrmam, yek diçe leşkeriyê,

Di êrîşa PKKê a li dijî qereqola Aktutunê de jiyana xwe wenda dike, yê din jî tevlî refên gerêlayên PKKê dibe, li Mereşê, di encana operasyona leşkerên dewletê de jiyana xwe wenda dike. Gerîla Habeş Dagtekîn û leşker Eyup Dagtekîn.

Mehmet Dagtekînê ku di vî şerî de him kûrê xwe him jî braziyê xwe wenda dike, gorra her du pismama li ba hev dikole. Wiha dibêje: "Kîrê min dewletê, braziyê min PKKê kuşt. Ji malbata min, niha yên ku leşkeriyê dikin jî hene, yên ku li serê çiya tevlî gerîla bûne jî hene. Ez du cara şewitîm, bes e, bila ev şera bi dawî bibe û êdî bira birayê xwe nekuje "

Avestakurd
Top