• Monday, 09 February 2026
logo

Hêjmara rûniştvanên Hêrêma Kurdistanê 5 milyon derbas kir

Gulan Media October 22, 2012 Nûçe
Hêjmara rûniştvanên Hêrêma Kurdistanê 5 milyon derbas kir
Li gor statîstîka herî nû ya rêveberiyên Hewlêr, Silêmaniye û Dihokê ve dayî Rûdawê, hêjmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê gihiştiye 5 milyon û 300 hezar kesî

Wezareta darayî ya Herêma Kurdistanê û berpirsên kurd ên li Bexdayê jî dibêjin, ev zêdebûn ji bo zêdekirina beşa budceya Herêma Kurdistanê ti sudekî wê nebû. Tevî ku budce li ser bingehê rêjeya rûniştvanan ji aliyê Bexdayê ve tê danîn.

Li gor statîstîkên li ser bingehê kobuna zad hatine danîn, heta dawiya îlona borî, hêjmara rûniştanên hersê parêzgehên Herêma Kurdistanê 5 milyon û 299 hezar û 304 kes bûn.

Rêveberê statîstîka Silêmaniyê Mehmûd Osman ji Rûdawê re ragihand ku hêjmara rûniştvanên parêzgeha Silêmaniyê 2 milyon, 56 hezar û 186 kes in.

Di vê derbarê de berpirsê statîstîk, şîkarî û detayan ê rêveberiya statîstîka Hewlêrê Muzefer Tahir jî destnîşan kir ku hêjmara rûniştvanên parêzgeha Hewlêrê milyonek û 927 hezar û 118 kesin. Herwiha hêjmara rûniştvanên parêzgeha Dihokê jî milyonek û 316 hezar kes e.

Ev statîstîk di demekê de ye ku rêjeya sedî 17 a budceya Herêma Kurdistanê ya ji budceya salane ya Iraqê, her wekî wê yekê ye ku li sala 2004an de bi xwespartina bi kobunên zad ên wê demê ku hêjmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê wekî 4 milyon û 320 hezar û 604 kes hatibû hesabkirine. Niha jî bi heman awayiye.

Alîkarê wezareta darayî Reşîd Tahir ku niha li Bexdayê ye û di çarçoveya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed ji bo guftûgokirina li ser meseleya amadekirina budceya 2013an a Iraq û para budceya Herêma Kurdistanê di nav de ye, got: “Di amadekirina budceya 2013an a Iraqê de hêjmara rûniştvanên Iraqê bi 34 milyon, 410 hezar û 560 kesî hatiye hesabkirin. Hêjmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê jî her bi 4 milyon û 320 hezar hatiye hesabkirin. Ev jî dike sedî 12ê rûniştvanên Iraqê.” Bi wî awayî jî di budceya sala nû ya Iraqê de para nêzî milyonek welatiyên Herêma Kurdistanê hatiye paşguhxistin.

Rudaw
Top