• Monday, 09 February 2026
logo

Şanda herêmê bi serokayetiya Dr. Berhem li gel Malikî civiyan

Gulan Media October 22, 2012 Nûçe
Şanda herêmê bi serokayetiya Dr. Berhem li gel Malikî civiyan
Îro 22/10/2012`an, sere sibê, li Bexdadê şanda siyasî ya herêma Kurdistanê ya bi serokayetiya cîgirê sekreterê giştiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr. Berhem Salih e, li gel serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî civiyan.

Şanda partiyên Kurdistanî bi serokayetiya cîgirê sekreterê giştiyê YNK`ê Dr. Berhem Salih û endamîtiya hr yek li nûnerên PDK`ê Ze`îm Elî û Cefer Îminkî, sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmud, nûnrê Tevgera Îslamî, Partiya Komonîst a Kurdistan û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, bi mebesta jihevnêzîkbûnê û çareserkirina kêşeyên di navbera Bexdayê û Hewlêrê, çûne Bexdadê .

Duh jî şanda herêmê li gel her yek li serokê hevpeymaniya niştimanî Îbrahîm Ceferî û serokê encûmena bilind a îslamî ya Êraqê Emar El-Hekîm û rewta sedir ciyan.

Xendan
Top