Du ciwanên Kurd li Şamê hatin kuştin
Kesê yekemîn bi navê Mihemed Sebrî Osî ye, navê dayîka wî Semaher ku Mihemed Sebrî Osî sala 1986`an ji gundê Eyn Dîwar a ser bi bajarê Dêrîka Hemko ve ji dayîk bûye ku ew kesekî zewiciye, kesê duyemîn jî bi navê Mihemed Şerîf Yusif e, sala 1982`an li gundê Abre a ser bi Girê Ligê a Rojavayê Kurdistanê ve ji dayîk bûye û bavê zarokekî ye.
Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, termên herdû ciwnên Kurd li mizgeftek a li taxa Zorava ye ku gelê Kurd dê termên wab rê bikin gundên wan daku di merasîmek a fermî de dê bi axê bêne spartin.
Hêjayî gotinê ye ku, ji ber siyaseta raguhastin, birçîkirinê a hikûmeta Be`es a li dijî gelê Kurd bi hezaran malbatên Kurd ji bo debara jiyana xwe ji deverên Cizîrê berên xwe dane bajarê Şamê ku gelek ji malbatan heya niha di rewşeke xerab de dijîn.
Xendan
