Amed: Polîsan êrişî xwepêşanderan kirin
Li gor agahiyên kanala Gelî Kurdistan ku bi zindî rûdan diweşand ragehand ku, di encama êrişa polîsên Tirkiyê bi ser xwepêşanderan de her yek li hevseroka KCD Aysel Tugluk û parlemanterê BDP`ê Norsel û seroka rêxistina BDP`ê ya Amedê birîndar bûne.
Her weha hatiye ragehandin ku ku ev xwepêşandan bi serpereştiya Partiya Aştî û Demokrasî BDP`ê û Kongireya Civaka Demokratîk KCD`ê hatiye organize kirin bo piştgîriya zîndaniyên siyasî ku ev zêdetirî 40 rojin ketin greva birçîbûna bê dawî bo şermezarkirina tecrîda li ser serokê PKK Abdula Ocalan û daxwaziya azadiya wî dikin.
Di heman demê serokê BDP`ê Selakedîn Demirtaş duh bi daxuyaniyekê ragehand ku mifteyê rawestandina greva birçîbûna girtiyan û li pêş mirinan girtin Îmraliye.
Xendan
