• Monday, 09 February 2026
logo

‘Kirîna çekan a ji Rûsye û Çekê ne rêkeftinekî nîştîmaniye’

Gulan Media October 21, 2012 Nûçe
‘Kirîna çekan a ji Rûsye û Çekê ne rêkeftinekî nîştîmaniye’
Serokê Tevgera Sedir rexne li hewldanên pirçek kirina artêşa Iraqê ya ji aliyê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ve girt û wekî vala avêtina serwetê giştî bi nav kir.

Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di daxuyaniyek ku ji aliyê nivîsîngeha wî ve hatiye belavkirin, rexne li siyaseta pirçek kirina artêşa Iraqê ya ji aliyê serokwezîr Nûrî Malikî ve girt û Malikî wekî vala avêtina serwetê giştî yê Iraqê gunehbar kir.

Di dirêjiya daxuyaniya Sedir de wiha tê gotin: “Peymana kirîna çekan a ji Rûsye û Çîkê, peymaneke ji bo aliyekê ye û ne nîştîmanî ye. Ne gelê Iraqê û ne jî nûnerê wan ên li parlamentoyê bi vê yekê razîne. Lewra pêwîste parlamento li ser vê peymanê lêkolînê bike.”

Muqteda Sedir di beşek din a daxuyaniya xwe de rexne li destlêwerdana Malikî ya li karûbarên banka navendî ya Iraqê digre û dibêje: “Aboriya welat li ber gefan e. Li ser hemû aliyan û bi taybet jî yên li parlamentoyê, pêwîste ji bo rizgarkirina aboriya Iraqê kar bikin.”

Di heman daxuyaniyê de Sedir rexne li sozên reforman ên hevpeymaniya nîştîmanî digre û wiha dibêje: “Ji aliyê hevpeymaniya nîştîmanî ve soza reforman ji bo aliyên siyasî hat dayîn, kanê ew reform? Lewra ez berê axaftinên xwe didim rûyê birayên xwe yên li hevpeymaniya nîştîmanî û ji bo karên ciddî bikin. Bi taybet jî piştî ku min nivîsek nivîsand û dikarin bikin bernameya xwe ya reforman.”

Hêjayî gotinê ye serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî berî heftiyekê peymanek 4,2 milyar dolarî ya ji bo kirîna çekan ligel Rûsyeyê îmze kir.

Rudaw
Top