• Monday, 09 February 2026
logo

Davutoglu: Pirsa kurd û ya Moro ji hev cûda ne

Gulan Media October 21, 2012 Nûçe
Davutoglu: Pirsa kurd û ya Moro ji hev cûda ne
Wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu diyar kir ku mirov nikare pirsa kurd û pirsa Moro ya li Fîlîpînê bêne beramberî hev û got: “Em ne gelek in ku me bi sedsalan li dijî hev şer kirî, çanda me ya hevpar heye.”

Li gor rojnameya Sabah a Tirkiyê, Davutoglu berî serdana xwe ya ji bo Yemenê, di balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Davutoglu rexne li berhevkirina pirsa kurd û pirsa Rêxistina Serxwebûna Îslamî ya Moro ya li Fîlîpînê û bi dawî hatina şerê 40 salan ê navbera wan de girt.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Davutoglu di vê derbarê de got: “Berhevkirina şerê li Fîlîpênê yê 500 salan ê navbera Misilman/Xiristiyanan û pirsa kurd a li Tirkiyê ne li gor kevneşopiyên dîrokê ye. Em nikarin bêjin li Tirkiyê bi sedsalane du hêzên li hemberî hev şer dikin hene. Nasnameyek me ya dîrokî, çandî, dînî û erdnîgarî heye. Ya ligel me gel û welatîbûnekî hevpar e. Mesele ka bifikirin ku Misilmanekî Moro bibe serokomarê Fîlîpînê, tiştekî ku nayê xeyalkirin e. Nabe mirov pirsa kurd û pisa Moro û Fîlîpînê bêne beramberî hev.”
Top