• Monday, 09 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê Çû Devera Gerimiyanê

Gulan Media October 21, 2012 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê Çû Devera Gerimiyanê
Evro Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi mebesta hayedarbûn ji rewşa Deverê û herwiha danîna bingeha çendîn porjeyên girîng tevî heyetek ji Rayedarên Hikûmeta Kurdistanê serdana Devera Gerimiyanê kir.

Piştî merasima pêşwaziyê yaku, ji aliyê Rayedarên vê Deverê ve hatibû organîzekirin, Serokwezîrê Kurdistanê yekemîn berda bingeh ya Nexweşaneyeke modirên yaku, bi bihayê 17 miliyar dînaran tê çêkirin dana.

Di merasima danîna berda bingehîn ya vê Nexweşxaneya han de Serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkêş kir û ragihand ku, bi mebesta awedan kirina Deverê û cîhbicîh kirina projeyên xizmetgozarî Hikûmeta Kurdistanê bûdceyeke 200 miliyar dînarî ji vê Deverê re amade kiriye.

Biyare her evro Serokwezîrê Kurdistanê bi mebesta cîhbicîh kirina çendîn projeyên girîng serdana Devera Rizgarî jî bike.
Top