• Monday, 09 February 2026
logo

Demîrtaş: Gul Ji Rewşa Kêşeya Kurd Li Tirkiyeyê Neraziye

Gulan Media October 21, 2012 Nûçe
Demîrtaş: Gul Ji Rewşa Kêşeya Kurd Li Tirkiyeyê Neraziye
Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş di daxuyaniyekî de behsa hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Ebdulah Gul re kir û ragihand ku, Serokkomarê Tirkiyeyê Ebdula Gul ji rewşa heyî ya kêşeya Kurd a li vê welatî neraziye.

Demîrtaş herwiha eşkere kiriye ku, Serokkomarê Tirkiyeyê, behsa vê yekê kiriye ku, dibe bi her awayî ku, goncave kêşeya Kurd were çareserkirin.

Demîrtaş di beşeke din ya daxuyaniya xwe de gotiye: Ev hevdîtina me gelek baş û serkeftî bû lê kême dibe hevdîtinên bi vê rengî di navbera tevahiya aliyan de berdewan bibin.
Top