Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdarê terorîstiyê li navçeya Kazimiyeya bajarê Bexda şermezar kir
Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bilî bi tundî şermezarkirina wê kirdara terorîstiyê, hevxemiya xwe ji bo kesukarên qurbaniyên vê rûdawa diltezîn derdibrê û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwazê.
Li heman demî de dûpat dikîn her kirdar û destdirêjiyek ji aliyê her kes û aliyek ve li ser welatiyan û aramiya welat bê encamdan ji aliyê me ve tê şermezar kirin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Hewlêr
21.10.2012
