• Monday, 09 February 2026
logo

Erdogan û Gul di çareseriya pirsa kurd de wek hev nafikirin

Gulan Media October 20, 2012 Nûçe
Erdogan û Gul di çareseriya pirsa kurd de wek hev nafikirin
Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul û serokwezîr Recep Tayîp erdogan piştî mijara parlamenterên girtî, di mijara mûxatabiya ji bo çareseriya pirsa kurd de jî wekî hev nafikirin.

Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul di dema merasîma 24. a vekirina meclisa Tirkiyê de derbarê parlamenterên girtî de axivî bû û gotibû, cihê wan parlamenteran jî meclise. Piştî vê daxuyaniya Gul, Erdogan li hember derket û got: “Ez ne di heman dîtinê de me.” Vê carê jî Gul û Erdogan di çareseriya pirsa kurd dijberî hev derketin.

Heftiya borî serokomarê Abdullah Gul pêşwaziya parlamenterên BDPê Perwîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, parlamenterê serbixwe yê Mêrdînê û hevserokê KCDê Ahmet Turk kiribû. Di hevdîtinê de ligel rakirina mafê destnedanê yê parlamenterên BDPê, çareseriya pirsa kurd û Îmralî jî tevlî pêvajoya çareseriyê bibe guftûgo kiribûn.

Ji bo zanyariyên zêdetir ên derbarê hevdîtina Gul û BDPê de bitikîne...

Vê carê jî Erdogan û Gul berevajî hev rawestiyan

Erdogan û Gul piştî dîtinên cûda yên derbarê parlamenterên girtî de, carek din dijberî hev rawestiyan. Erdogan îro di merasîma vekirinê ya balafirxaneya Elezîzê de axiviî û got: “Berdewama rêxistina terorê yên li meclisê (Werger: Mebest BDP) ji bo çareseriya vê pirsê ne maf û nejî rayeya wan heye.”

Serokwezîr Erdogan derbarê parlamenterên BDPê yên ku gerîlayên PKKê hembêzkirine de wiha got: “Kesên ji bo demokrasiyê siyasetê dikin, yên dixwazin ligel me baxivin û hevdîtinan bikin, lê ez behsa kesên terorîstan hembêz dikim nakim. Ti tiştekî me yê ku em bi kesên terorîstan himbêz dikin re tune ye. Emê di dorhêla demokrasiye de bi her kesî re vekirî baxivin. Qet dergehê me wê ji bo wan kesan ne girtî be. Tenê divê peywendiyên xwe yên ligel terorê qut bikin û di vê mijarê de bi samîmî bin. Lê berdewamiya rêxistina terorê yên li parlamentoyê ne xwediyê mafê axaftinê û ne jî yê rayeyê ne.”

Rudaw
Top