Li du bajaran 6 cerdevan û leşker hatin kuştin
Gerîlayên PKKê li bajarên wekî, Dêrsim, Bedlîs û Colemêrgê di heman saetan de êriş pêk anîn.
Walîtiya Bedlîsê di daxuyaniyekê de ragihand ku derdora saet 18.30an de gêrîlayên PKKê êrîşî leşkerên li bejahiya gundê Ortakapi bicihbûyîn kirine. Di encamê de 3 cerdevan hatine kuştin û yek jî leşker û cerdevan jî birîndar bûne.
Li gundê Dêzê yê girêdayî Colemêrgê jî di navbera leşkerên derketibûn operasyonê û gêrîlayên PKKê şer rûda. Di encama şer de 3 tîmên taybet hatin kuştin.
Li Wanê gel bi dar û beran êrişî konvoya leşkerî kir û di encamê de 3 leşker bi sivikî birîndar bûn.
Rudaw
