Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybetiyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî yê Iraqê kir
Li hevdîtinê de, rewşa niha ya Iraqê bi giştî û navçeyên veqetandî bi taybetî nirxandin. Birêz Martin Kopler berdewamiya hewlên Neteweyên Yekgirtî (UN) li çareserkirina kêşeyên Herêm û Bexdayê xisterû û bi têrûtije jî balkişand li ser pirsa Kerkûkê û hêvî xwest ku li çarçêweya hilbijartinên pêş yê parêzgehên Iraqê da parêzgeha Kerkûkê jî hilbijartinekî serkeftî têda bê encamdan.
Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku hemû kêşeyên Iraqê dikare bi guftûgo û çareseriya aştiyane bêne çareserkirin û destûr û peyman jî bingehekî serekîne ji bo çareserkirina wan.
Sebaret bi pirsa Kerkûkê ve jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku destûr rêya çareseriya pêwîst ji bo wê daniye, lê belê eve çend sale hest bi xwe veşartineke tê kirin li bi cîhkirina maddeya 140 a destûr ku taybete bi hemû navçeyên veqetandî.
Birêz Martin Kopler ji bo wê hemahengî û hêsankariyên ku li gel ajansên ser bi UN hatiye kirin spasiya Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ev hemahengî berdewam bibe û zêdetir jî pêş bikeve û behsa rewşa aramiya Herêmê û pêvajoya avadankirinê kir û ragihand ku her carê serdana Herêmê dike hest bi cûdahiyeke din dike û behsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ji bo wê girîngîdana ku bi penaberên Suriyê li Herêmê dide.
Serok Barzanî jî amadehiya Herêmê ji bo her hevkariyeke ku pêwîst bê nîşanda.
