Wezareta elektirîkê kontraktek bi 70 milyonan digel Siemens îmza kir
Li gor wê kontraktê, kompaniya Siemens dê sê senterên serke yên dabeşkirina karebê li her sê wîlayetên herêma Kurdistanê (Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê) ava bike û ev her sê senter dê bi senterê serke yê herêma Kurdistanê yê dabeşkirina karebê ve bên girêdan. Tevî vê jî, kompaniya navborî dê sîstema karebê li herêma Kurdistanê degîtal bike.
Di merasima îmzakirina kontraktê de, wezîrê elektirîkê yê hikûmeta Kurdistanê di peyvekê de behsa giringiya kontiraktê kir û got ku, yekemîn care pêngaveke husa mezin li herêma Kurdistanê tê avêtin û dê roleke ber bi çav hebe di pêşxistin, degîtalkirin û kontirolkirina karebê de hebe:
- Ev pirojeye dê di nava 4 salan de timam bibe û dê roleke mrzin di kontrolkitin û kêmkirina pirsgirêkên karebê de bilîze. Ev pirojeye bi îdarekirina karebê gelek giring e da em bikarîn bi awayekî rast û bê alozî ew kareba heye bikarbînîn û bigihîne hevwelatiyan.
Bi cîbicîkirina pirojeyê navborî herêma Kurdistanê dê bikeve rêza welatên pêşkeftî di warê sîstema kontrolkirin û dabeşkirina karebê de.
Li gor wezîrê karebê, herêma Kurdistanê nuha 2700MW kareb berhem tine û di sala 2016ê herêma Kurdistanê dê 6000MW karebê berhem bîne
