Dê Hefteya Bihê Şandeya Herêma Kurdistanê Serdana Bajêrê Baxdadê Bike
Li angora nûçeyeka siteya Alrayy, bêjedarê hevpeymanîya Kurdistanî Mu`eyed Teyyib di daxuyanîyeka rojnamevanî de ragihand, ku dê hefteya bihê şandeyeka herêma Kurdistanê bi serokatîya cihgirê serokê hukûmeta herêma Kurdistanê Îmad Ehmed, serdana bajêrê Baxdadê bike û dê kombûnê bi hevpeymanîya Kurdistanî û alîyên siyasîyên Iraqê re saz bike.
Mu`eyed Teyyib weha jî da xuyakirin, ku dê şandeya han bi alîyên siyasîyên Iraqê re behsa pêkanîna fermandeya operasiyonên Dîcle û arîşeya Kerkûkê û cî bi cîkirina rêkevtinnameya Hewlêrê û qanûna petrolê gazê bike.
