• Monday, 09 February 2026
logo

Exxon Mobil Ji Ber Kurdistanê Dev Ji Iraqê Berda

Gulan Media October 20, 2012 Nûçe
Exxon Mobil Ji Ber Kurdistanê Dev Ji Iraqê Berda
Mezintirîn kompaniya kerta petrol û gaza Amerîkayê Exxon Mobil kar û çalakiyên xwe li kêlgehên petrolê yên Başûrê Iraqê rawestand û hemû çalakiyên xwe kêşan anî Kurdistanê.

Malpera Petroliyum Ekonomîst (Petroleum-Economist) di nûçeyeke taybetî de ragihandiye ku, Exxon Mobil hemû kar û çalakiyên xwe li kêlgeha petrolê ya Qurnaya Rojava ya li Başûrê Iraqê ragirtiye û amûr û tiştên xwe aniye Kurdistanê û dê li 6 kêlgehên petrolê yên li Kurdistanê de kar û çalakiyên xwe berfiretir bike.

Malpera nav hatî li ser navê Berpirsekî bawerpêkirî yê kompaniya Exxon Mobil ragihandiye ku, Exxon Mobil ji ber nehêlana arîşe û nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de biryara rawestandina çalakiyên xwe û vekişîna xwe ji Başûrê Iraqê ber bi Kurdistanê ve daye.
Top