Exxon Mobil Ji Ber Kurdistanê Dev Ji Iraqê Berda
Malpera Petroliyum Ekonomîst (Petroleum-Economist) di nûçeyeke taybetî de ragihandiye ku, Exxon Mobil hemû kar û çalakiyên xwe li kêlgeha petrolê ya Qurnaya Rojava ya li Başûrê Iraqê ragirtiye û amûr û tiştên xwe aniye Kurdistanê û dê li 6 kêlgehên petrolê yên li Kurdistanê de kar û çalakiyên xwe berfiretir bike.
Malpera nav hatî li ser navê Berpirsekî bawerpêkirî yê kompaniya Exxon Mobil ragihandiye ku, Exxon Mobil ji ber nehêlana arîşe û nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de biryara rawestandina çalakiyên xwe û vekişîna xwe ji Başûrê Iraqê ber bi Kurdistanê ve daye.
