Nêçîrvan Barzanî: Bêyî PKKê pirsa kurd li Tirkiyê çareser nabe.
Serokwezîr herweha dibêje: “Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê divê dest bi giftûgoya ciddî bête kirin. Piştre rewşa Ocalan bête başkirin, piştî wê daxwaza çekberdanê ji PKKê bêtekirin û ew jî ji bo bidawîkirina pirsgirêkê, bi hukûmetê re têkeve diyaloga ciddî”.
Nêçîrvan Barzanî herweha ji BBC re got: “Ya herî girîng ew e Tirkiye û PKK jî fêm bikin ku ev pirs pirseke siyasî ye, ne pirsek e ku karibe bi operasyoneke leşkerî bête çareserkirin”.
Her di berdewama daxuyaniya xwe de ji BBC re Nêçîrvan Barzanî li ser aloziya rewşê jî sekinî û got: “Pirsgirêka mezin niha di navbera van herdu aliyan de, nebûna baweriyê ye. Gavên ku Erdogan davêje li cem PKKê ne cihê baweriyê ne, tersî wê jî rast e”.
Li dor gavên Erdogan jî di siyaseta Vebûna Kurd de avêtine ku bi saya wan deriyên fereh li ber zimanê kurdî vebûn û rê li ber weşana televizyonê û muzîk û stranên kurdî li Tirkiyê hate vekirin, Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Gavên pir baş in, lê têr nakin, gava ku têr bike ew e dest bi diyalogeke ciddî bêtekirin”.
