Şandeke BDPê ligel Gul, Çîçek û AKPê civiya
Di demek ku li Tirkiyê behsa hevdîtinên nû yên Osloyê tê kirin, li aliyê din êrişên gerîlayên PKKê yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê berfireh dibin, operasyonên leşkerî û siyasî bê navber didomin, ji bo ji nû de hevdîtinên navbera PKK û Tirkiyê de dest pê kirin û pirsa kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin, şandeke BDPê serdana Abdullah Gul, serokê meclisa Tirkiyê Cemîl Çîçek û serkê koma AKPê kir.
Şanda BDPê ya ji parlamenterên BDPê Perwîn Buldan, Sirri Sûreyya Onder, parlamenterê serbixwe yê Mêrdînê û hevserokê KCDê Ahmet Turk pêk dihat, çûn koçka Çaknaya û bi serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul re hevdîtinek çêkirin.
Li gor rojnameya Yeni Şafak a Tirkiyê hevdîtina navbera şanda BDP û Gul de 9ê Cotmehê pêk hat û Gul diyar kiriye ji bo tekoşîna li dijî terorê û çareseriya pirsa kurd, parlamenter di pêvajoya pêşiya me de pir giringin û divê ev baş bê nirxandin.
Tê gotin ku Gul ji parlamenteran xwestiye di pêvajoyê de bibin xwedî însiyatif, di rewşek ku nêzîkatiyekî serbixwe bimeşîn, wê di mijara mûxatabiya BDPê de ti pirsgirêk çênebin.
Serokomar Gul derbarê hembêzkirina parlamenterên BDP û gerîlayên PKKê de jî BDP hişyar kiriye, bertekên xwe aniye ziman û xwestiye berpirsyartiya xwe ya parlamenteriyê bibînin.
Hat îdia kirin ku şanda BDPê erênî temaşeyî bangên Gul ên ji bo diyalogê kiriye, derbarê hevdîtinên ligel PKKê de jî dikarin bibin mûxatab û ji bo aştiyê dixwazin di nava pêvajoyê de cih bigrin. Şanda BDPê ji Gul re ragihand ku ew hem PKK û hem jî hikûmetê baş nas dikin û wiha gotine: “Ger di pêvajoya nû de hûn PKKê nas nekin, PKK jî we nas nake. Lê em herdu aliyan jî baş nas dikin.”
BDPê piştî hevdîtina ligel Gul, bi wekîlê Koma AKPê Mahir Unal re jî hevdîtinek lidarxist. Piştî hevdîtina ligel AKPê, hevserokên BDPê Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak û hinek parlamenterên din ên BDPê, ligel serokê meclisa Tirkiyê Cemîl Çîçek hatin ba hev.
Navenda Giştî ya BDP’ê derbarê nûçeya rojnameya Yenî Şafakê ya derbarê hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyê Gul, serokê meclisê Çîçek û koma AKP’ê re daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Di welat de alozî her roj gurtir dibe, pevçûn didomin û zêde dibin, daxuyaniya Serokwezîr ya weke ‘Pêwîst bike dê hevdîtinên Oslo careke din destpê bikin’, li aliyê din pêşketinên diltirs yên li Rojhilata Navîn pêş dikevin, Tirkiyeya ku kêm maye bi Sûriyeyê re bikeve nava şer, ji ber van hemû sedemên girîng bi Birêz Serokomar Abdullah Gul, Birêz Serokê TBMM’ê Cemîl Çîçek û koma AKP’ê re hevdîtin hatine kirin. Hemû hevdîtin bi agahiya partiya me, hevserokên me yên giştî û bi daxwazên me hatine kirin. Di hevdîtinên hatin kirin de me hewl daye nêzîkatî, polîtîka û helwesta hikumet û dewletê fêm bikîn. Partiya me di van hevdîtinan de dîtinên xwe yên derbarê mijara Rojhilata Navîn, Sûriyeyê û hem jî polîtîkayên xwe yên derbarê demokratbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsa kurd de anîne ziman.” Weke din di daxuyaniyê de derbarê hevdîtinan de hate ragihandin ku, Ji ber ku di encama hevdîtinên hatine kirin de tiştekî nû yê bi rayagiştî re bê parvekirin nebû, pêwîstî nehate dîtin ji rayagiştî re were ragihandin.
Rudaw
