• Monday, 09 February 2026
logo

Kesek nikare bazirganiya çekên Rûsiyayê rawestîne

Gulan Media October 18, 2012 Nûçe
Kesek nikare bazirganiya çekên Rûsiyayê rawestîne
Serokdewletê Rûsiyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku kesek nikare bazirganiya Rûsiya ya çekan a bi welatan re rawestîne û got ku divê Rûsiya di vê mijarê de têliliyên xwe xurtir bike.
18 Cotmeh 2012 Pênşem 07:44

Pûtîn li avahiya Serokdewletiyê di civîna Komisyona Hevkariya Teknîk-Leşkerî de, der barê firotin û bazirganiya çekan de peyamek aşker û vekirî da welatên pêşketî û xwedî hêz li cîhanê.

Pûtîn li ser balefira Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve jî hatî sekinandin axivî. Pûtîn got "Ji bilî Neteweyên Yekbûyî, sedem çi dibe, bi kî re û bazirganî çawa dibe, Rûsiya guhdariya tu kesan nake."

Her weha Pûtîn diyarkir ku divê hevkariya leşkerî bi Brezîlaya re, Hîndîstan re, bi Çînê re, bi Afrîqiya Başûr re û bi Vîetnamê re bê pêşxistin.

Avestakurd
Top