• Monday, 09 February 2026
logo

Elçî: Erdogan dikare pirsa kurd çareser bike

Gulan Media October 18, 2012 Nûçe
Elçî: Erdogan dikare pirsa kurd çareser bike
Serokê giştî yê KADEP’ê û parlamenterê Amedê Şerafettin Elçî diyar kir ku di nava artêşê de hê hêzên ku nehatine kontrolkirin hene û ji ber vê yekê jî egera darbeyê heye. Elçî derbarê çareseriya pirsa kurd de jî got: “Lîderekî bihêz dikare çareser bike.”

Li gor rojnameya Sabah a Tirkiyê, Komîsyona Lêkolînê ya Darbeyê ya di bin banê meclisa Tirkiyê de guhdariya Şarefettin Elçî kir. Elçî got: “Tekane çîna ku dewleta kurd bikarbîne meseleya kurd û meseleya PKKê ye.”

Serokê Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP) Şerafettin Elçî derbarê çareseriya pirsa kurd de jî axivî û got: “Ji bo çareseriya pirsa kurd pêwîstî bi lîderekî bihêz heye, ev hêz jî di serokwezîr Recep Tayîp Erdogan de heye.” Elçî destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsa kurd divê berî her tiştî şer bê rawestandin û bi projeyeke dewletê ya berfireh a ji bo çareseriyê, di xala çekdanîna PKKê de divê banga çekberdanê bê kirin.

Rudaw
Top