• Monday, 09 February 2026
logo

DBKê dîwana dadwerî ava kir

Gulan Media October 18, 2012 Nûçe
DBKê dîwana dadwerî ava kir
Li Rojavayê Kurdistanê, dîwana edaletê ya girêdayî Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya nûnerên Encumena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), dibin banê Desteya Bilind a Kurd de jinûve hate birêxistinkirin.

Desteya Bilind a Kurd, bi Dîwana Edaletê ya girêdayî Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê re civînek lidarxist. Di civînê de li ser avakirina mekanîzmaya sulh û edaletê ku Desteya Bilind berê biryara wê dabû, hate rawestîn û nîqaş hatin meşandin. Di encama nîqaşên hatin meşandin de, biryar hat girtin ku Dîwana Edaletê bê berfirehkirin û li tevahiya Rojavayê Kurdistanê di vê çarçoveyê de xwe bi rêxistin bike.

Li gorî biryara hatiye girtin, 8 kesên ku dê ji aliyê ENKSê ve bêne diyarkirin dê tevlî Dîwana Edaletê ya ku 7 kesên ji aliyê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê ve hatiye avakirin, bibin. Ev komîtiya tê avakirin jî, dê dibin navê komîteya edaletê ya jor a Rojavayê Kurdistanê kar û xebatên xwe bimeşîne. Girêdayî komîteyê jî, dê li her bajarekê komîte bêne avakirin.

Komîteya ku hate avakirin, dê roja duşemê li hev bicive û sîstema xwe, qanûn û rêziknameya xwe diyar bike û dê navê komîteyê jî bê diyarkirin.

Rudaw
Top